Bi navê Xwedê…
Di dil de êş heye, bi dilekî şewitî ez dibêjim:
Şoreşa Rojava ji 2014’an heta îro ne tenê bûyer bû, belkî bû rêyekî tije fedakariyê û xwîn. Me şer kir, me li meydanan û li medyayê xebitî, û me gelek hevalên xwe winda kirin. Lê em qet li dijî partî an jî olê nehatin, em her dem bi baweriya xwe berdewam bûn.
Em derketin kolanan da ku mafê xwe bixwazin, û dengê me bû şoreşek mezin. Em bûn yek, bi hev re me şer kir. Ji her çar parçeyên Kurdistanê birayên me hatin, hin şehîd bûn, hin esîr ketin, û hin jî heta îro bi birînên giran dijîn.
Gotina me ev bû:
“Em ê Rojava bi xwîna xwe ava bikin.”
Ji ber ku em dizanin, ax bi gotinan nayê standin, bi fedakariyê tê standin.
Lê îro em parçebûne. Siyaset me lawaz kir, her kes ket ser rêyekî cuda: yek li pey rêberê xwe, yek li pey partî an olê. Bi vê awayî, em ji yekbûnê dûr ketin.
Em Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû deverên din ji bîr nakin. Em sûc û êşên ku li ser gelê me hatine kirin jî ji bîr nakin. Taybetî li Kobanê, ku bi hezaran xortên me şehîd bûn.
Îro divê bipirsin:
Ger em vê yekbûnê winda bikin, çi dimîne?
Û em ê bersiva çi bidin dayikên şehîdan?
Şoreş bi çekan nayê têkbirin, lê bi parçebûnê tê têkbirin.
Hêza Rojava ne tenê di çekan de bû, belkî di yekbûnê de bû.
Xwedê rehmê li şehîdan bike, birîndaran baş bike,
û hêvî heye ku em careke din bibin yek gelêk yek, armancek yek.